YE: Divê Bexda penaberan werbigre

Yekîtiya Ewropayê ragihand; ligel rayedarên Iraqê di pêwendiyê de ne, da ku Bexdayê razî bikin ku berpirsyariya xwe bigrin stûyê xwe û penaberên ku berê xwe dane Lîtwanyayê, werbigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê ragihand; ligel rayedarên Iraqê di pêwendiyê de ne, da ku Bexdayê razî bikin ku berpirsyariya xwe bigrin stûyê xwe û penaberên ku berê xwe dane Lîtwanyayê, werbigre.

Bi rêya Belarusê ve bi hezaran penaberên Iraqî ku bi balafirê geşt kiribûn, xwe gihandine Lîtwanyayê û li wir hatine desteserkirin.

Berdevkê Komîsyona Ewropayê ragihand; bi rêya dîplomasiyê ligel Iraqê hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Herwiha eşkere kiriye: “Me daxwaz kiriye ku Iraq wan welatiyên xwe werbigre, ku bi balafirê ji Bexdayê derketine û çûne Belarusê û ji wir bi neyasayî gihiştine Lîtwanyayê.”

Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku Belarus mijara penaberan weke çekek li dijî Yekîtiya Ewropayê bi giştî û li dijî Lîtwanyayê bi taybetî, bi kar tîne.

Berdevkê Komîsyona Ewropayê diyar kiriye; ev reftara Belarusê, nabe sedema wê yekê ku Iraq berpirsyariya xwe neyne cih.