Tendirustiya Iraqê daxwaza sepandina qedexeya çûnûhatinê dike

Wezareta Tendirustiya Iraqê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, daxwaza sepandina qedexeya çûnûhatinê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiya Iraqê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, daxwaza sepandina qedexeya çûnûhatinê dike.

Rêveberê Tendirustiya Giştî yê ser bi Wezareta Tendirustiya Iraqê ve Riyaz Helfî ji rojnameya Sabahê re ragihandiye, ji ber zêdebûna berketiyên Koronayê mirinên ji ber wê vîrûsê me pêşniyaz li Lîjneya Bilind a Tendirûstî û Silametiya Niştimanî kiriye ji bo sepandina qedexeya çûnûhatinê bi tememî ji bo 2 hefteyan were ragihandin.

Riyaz Helfî destnîşan kir, xelk pabendî tedbîrên xweparêziyê nabin û xwe ji vîrûsê naparêzin û ji ber wê yekê ew neçar mane wê pêşniyazê bikin.

Herwiha aşkere kir jî, ew niha danûstendinê bi kompanyaya Pfizer re dikin ji bo hejmara kirîna vaksînan ji 16 milyonan bikin 18 milyonan.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Iraqê di heyama 24 demjimêrên dawîn de 11 hezar û 644 kes bi Koronayê ketine û 63 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.