Li Şamê baseke leşkerî teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şamê Paytexta Sûriyê baseke leşkerî teqiya û tê de kesekî canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, baseke leşkerî li pêş deriyê taxa Mala Pasewanan li devera Meşrû Dumer ya li bakurê rojavayê Şamê dikeve teqiya.

Da zanîn jî, di encamê de ajokatê basê canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.

Li ser sedema teqîna basê jî wê ajansê diyar kir, şoreteke eliktirîkê di basê de çêbû û agir gihîşt depoya sotemeniyê û teqiya.