Jûra Operasyonên Hewlêrê biryarên nû ji bo “rûbirûbûna Koronayê” dan

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê tevahiya hêzên navxwe ji bo çavdêriya cibicîkirina rêkarên xweparêziyê li tevaniya cihan bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê tevahiya hêzên navxwe, tîmên qeymeqametî û şaredariyê raspardin ji bo çavdêriya cibicîkirina rêkarên xweparêziyê li tevaniya cihan bikin.

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina selametî û tendirustiya giştî ya bajêran ku ji ber belavbûna bilez a vîrûsa Koronayê, roj bi roj metirsiyên wê li ser welatiyan zêde dibe, wan hin biryarên nû dane.

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê daxwazê ji welatiyan dike, ji bo parastina tendirustiya xwe û ya giştî, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û rêkarên xweparêziyê bi kar bînin û bi taybet maskan.

Diyar kir jî, ji îro ve tevahiya hêzên navxwe, tîmên qeymeqametî û şaredariyê hatine raspardin ji bo çavdêriya cibicîkirina rêkarên xweparêziyê bi awayekî hûr li tevaniya cihên giştî, mizgeft, kilîse, bazar, xwaringeh, kafêtêrya, holên werzişê, norîngeh û navendên bijîşkî, park, ajokarên otomobîlan yên giştî û taybet bikin.

Herwiha Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê tekez dike, divê welatî bi rênimayên tendirustiyê pabend bin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin û maskan li fermangehên hikûmî bi kar bînin û her kesê pabend nebe, dê rûbirûyî rêkarên yasayî bibe.