"Divê Bexda sînorekî deyne ber binpêkirinên Tirkiye û PKKê"

Komîsyona Parlementoya Iraqê raportek li ser ziyanên şerê PKK û Tirkiyê amade kir.
Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Hewlêr (K24) – Şanda heşt kesî ya parlamenterên Iraqê piştî serdana deverên pevçûna navbera artêşa Tirkiye û çekdarên PKKê li sînorê Hewlêr û Duhokê kirin, raportek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin û daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê sînorekî deyne ber binpêkirinên Tirkiye û PKKê, ku bûye sedema wêranbûna deverên sînorî û awarebûna welatiyan. Herwiha daxwaz dikin; welatiyên ku bûne qurbanî weke şehîd werin qebûlkirin û kesên zirardîtî jî werin qerebûkirin.

Komîsyona Parlementoya Iraqê raportek li ser ziyanên şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê amade kir. Li gorî wê raportê, li her cih û devera ku çekdarên PKKê hene hêzên Tirkiyê jî bicîh bûne û şerê wan ziyanê dide xelkê gundan û gundî neçar dibin bar bikin. Ji xwe gelek gund ji ber wê yekê vala bûne.

Şanda komîsyonê çûye ser çiyayê Xamtûr li nahiya Derkarê ya Zaxo û ragihandiye; li wir piştevaniya locîstîk sînordar e û kamerayên termal û amûrên destnîşankirinê nînin, ji ber wê jî livîna çekdarên PKKê hêsan bûye.

Komîsyonê serdana qaymeqamtiya bajarokê Amêdî û çiyayê Metîna û Wezîrê Navxwe jî kiriye û daye zanîn, hêzeka Zêrevanî li ser çiyayê Metîna hatiye bicîhkirin da ku pêşiya livîna PKKê bê girtin, ev jî bûye sebeb ku artêşa Tirkiyê derbasî wê deverê nebe.

Di raporta komîsyonê de hatiye diyarkirin:

- Sebeba sereke ya arîşeyên ewlehiyê li nav xaka Iraqê de bi taybetî li Herêma Kurdistanê, hebûna çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê ye.

- Ew çalakiyên ku çekdarên PKKê li nav xaka Iraqê li dijî Tirkiyê dikin, gef in li ser asayişa niştimanî ya Iraqê, bandora xirab jî li jiyana xelkê wan deveran dike.

- Meha borî 5 Pêşmerge li ser çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatin şehîdkirin û li deverên din jî haletên wiha dubare dibin.

- Kêmasî û valahiyên mezin li ser sînorên Iraq û Tirkiyê hene ku derfetê didin PKKê bi hêsanî hatinçûnê bikin.

- Hemahengiya pêwîst di navbera hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel aliyên nakok li ser xaka Iraqê nîne

Di raportê de hinek pêşniyar û çareserî jî hatine pêşkêşkirin. Beşek ji wan wiha ne:

- Bila Wezareta Derve ya Iraqê bi rêya NY, encumena asayişa navdewletî û Yekitiya Erebî û rêxistina kongireya îslamî û hewlên dîplomatîk çareyekê ji pirsgirêkê re bibîne.

- Aktîfkirina komîteyên hevbeş di navbera hikûmetên Iraq û Tirkiyê de ku piştî serdana serokwezîrê Iraqê hatibûn pêkanîn.

- Hikûmeta Iraqê pêdaçûnê bi rewşa qanûnî ya hebûna hêzên PKKê li nav xaka Iraqê de bike û pêşiya her gefeka PKKê li dijî welatên cîran û serweriya Iraqê bigire.

- Girtina deverên vekirî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de û bicîhkirina hêzên zêdetir li ser sînor da ku hêzên PKK û Tirkiyê nekaribin derbasî nav Iraqê bibin.

- Pêkanîna odeyên operasyonan û rêveberiya hevbeş di navbera hêzên ewlehiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

- Qerebûkirina mexdûrên şerê PKK û Tirkiyê.

- Ew kesên ku di şerê PKK û Tirkiyê de hatine kuştin, wek şehîdên şerê terorê bên hesibandin.