Li Bexdayê teqîneke bihêz çêbû
Bexda (K24) – Medyaya Iraqê ragihand; teqîneke mezin li devera Kerade ya bajarê Bexdayê rûda.
Nûçegihanê K24ê ragihand; teqîn bi rêya bombeyeke vedayî pêk hat û kompaniyeke ewlehiyê kiriye armanc.
Kompaniya ewlehiyê ku bûye armanca bombeya vedayî, peymana wê ligel hêzên Amerîkî heye.
Heta niha li ser ziyanên madî û giyanî, ji aliyên pêwendîdar ve zanyarî nehatine eşkerekirin.