Amerîka biryar şerkirina li Iraqê hildiweşîne

Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîka deng li ser hilweşandina biryara bikaranîna hêzên leşkerî li Iraqê da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîka deng li ser hilweşandina biryara bikaranîna hêzên leşkerî li Iraqê da.

Ev biryar, ji bo hilweşandina biryarên yasaya sala 1991an û biryara 2002an a ku rê dan Serokê Amerîka yê wê demê Ceoge W. Bush şer li dijî rêjîma ber yê Iraqê bike û Sedema Husên birûxîne.

Komîteyê bi 14 dengan li hember 8 dengên nerazîbûnê ev biryar stand û şand Encûmena Pîran.

Endamê Encûmena Pîran Senator Tim Kaine ku ser bi Demokratan ve ye ragihand, hêvîdar in di hefteya bê de Kongress deng li ser vê biryarê bide, ta ku bi fermî şer li Iraqê bi dawî were.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman jî got, divê biryar rêdana şerkirinê li Iraqê bê hilweşandin, ji ber ku niha Hikûmeta Iraqê, yek hu hevbeşê sereke yên Amerîkayê ye.

Ji aliyekî din ve, hin endamên Kongressa Amerîkî dibînin ku proseya dengdana li ser hilweşandina bidawîkirina şer li Iraqê, lawaziya Washington li hember Tehranê nîşan dide, di demekê de ku Amerîka bi fermî dixwaze artêşa xwe ji Efxanistan û Iraqê vekişîne.