Du leşkerên Sûriyê û pîrejinekê li Til Temirê birîndar bûn

Hêzên ser bi Tirkiyê ve gundên Hesekê topbaran kirin
Topbarana li ser gundên Til Temirê - Arşîv
Topbarana li ser gundên Til Temirê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Du leşkerên artêşa Sûriyê û pîrejineke sivîl di encama êrîşa hêzên ser bi Tirkiyê ve li ser gundewarê Til Temirê li parêzgeha Hesekê de birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî piştî civîna efserên Rûsî û Tirkî li gundê Mebrûka yê li rojavayê Til Temirê bi dawî bû, hêzên ser bi Tirkiyê ve gundên Behboş, Dirdara û Xişmê, rebiyat û Til Werd li gundewarê Hesekê topbaran kir.

Rewangehê diyar kir, di encama topbarana li ser gundê Behboş de ku xalên rêjîma Sûriyê lê hene, 2 leşker û pîrejineke sivîl birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, duhî Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê bi tankan malên sivîlan li gundê Sefawiyê û Şirkrakê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê û nêzîkî riya M4ê topbaran kirin.

Diyar kir jî, di encama topbarana li ser gundê Sefewiyê de 4 kesên sivîl ji yek malbatê hatin kuştin û 2 kes jî ji heman malbatê jî birîndar bûn ku di nava kuştî û birîndaran de jin û zarok hebûn.