Şewatên daristanên Tirkiyê bi sedan daristan dane ber xwe

Şewatên daristanan ên ku di 28ê Tîrmehê de li Entalyayê dest pê kirin berdewam in
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Şewatên daristanan ên ku di 28ê Tîrmehê de li Entalyayê dest pê kirin berdewam in û welatî jî tevlî xebatên temirandina agir dibin û bi hezaran welatî jî dest ji gundên xwe berdan li ser rêyan benda vegera gundên xwe ne.

Li Tirkiyeyê 39 bajaran de ji 28ê Tîrmehê ve ji 170yê zêdetir şewatên daristanan rû dan û li bajarên wek Entalya û Mûxlayê şewat berdewam in. Wezareta Bajarvaniyê da zanîn ku li Entalyayê 48 gund ji şewatê bibandor bûne ku gundên navçeya Gundogmûşê jî ziyaneke mezin ji şewatê dîtin. Welatiyan ji bo ku canê xwe ji şewatê rizgar bikin dest ji xaniyên xwe berdan û ketin ser rêyan k udi wesaîtan de û li ser rêyan radikevin. Mûstafa Mozkurt jî yek ji wan kesan e ku ji derengmayîna mudaxaleya şewatê bi gilî ye û dibêje xelk li benda alîkariyê ye.

Welatiyê Mexdûr Mustafa Bozkurt ji K24ê re got: “Dema li vê derê agir dest pê kir li Navende manavgatê jî agir dest pê kiribû, giraniya xebatên temirandinê dan Manavgatê û ji ber wê ev der wisa mezin bû û xelkê bi derfetên xwe mudaxale kirin. Niha xebat rêkûpêk û bi pergalî nameşin, her kes gor derfetên xwe dixebite. Millet li ser rêyan bê cih û war perîşan e.”

Di mudaxaleya şewatên daristanan de 16 firoke, 55 helîkopter tên bikaranîn û her wiha 6500 xebatkarên tîmên agirkujiyê jî ji erdê hewil didin ku agir bişewitînin. Heta li hinek deveran xelk jî tevlî xebatê temirandinê dibin û xebatkarên tîmên agirkujiyê didin zanîn ku ji wan re astengiya herî mezin ba ye ku ev yek mudaxaleyê jî zehmet dike.

Xebatkarê Agirkujiyê Yener Yabgû dibêje: “Em bênavber dixebitin da ku agir bitemirînin. Dewlet hemû derfetên xwe bo deverên şewatê pêşkêş dike. Niha di xebatên temirandinê de bo me astengiya herî mezin ba ye. Ba, karê me zehmey dike. Lê em jî bi hemû hêza xwe hewil didin ku pêşî li belavbûnê bigirin.”

Derbarê alîkariyên dewletan bo Tirkiyeyê de Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyeyê Mewlut Çavuşoglû da zanîn ku wan ti alîkariyek bo Tirkiyeyê venegerandiye û amade ne her alîkariyekê jî werbigrin û her wiha anî zimên ku dewletên wek Fransa, Yûnanîstan û Elmanyayê destpêkê gotine ewê alîkariyê birêbikin lê paşê gotine ji ber ku li welatên wan jî xetereyên wisa hene dane zanîn ku dê nekaribin alîkariyan bişînin.