Asayişa li Rojavayê Kurdistanê endamekî PDK-Sê berda
Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa li Rojavayê Kurdistanê piştî nêzîkî sê hefteyan ji girtinê, endamekî PDK-Sê serbest ji girtîgehên xwe berda. PDK-Sê jî daxwaza berdewan hemû endamên xwe dike.
Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di meha borî de hejmarek medyakar û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) binçav kiribû, îro medyakar û endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Qamişlo Izedîn mela Mehûmd piştî nêzîkî 20 rojan serbest berda.
Di vê derbarê de Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdula ji K24ê re got: “Girtiyên li cem PYDê, rojnamevan û endamên partiya me ne û ew ji ber helwestên xwe yên siyasî hatine girtin.”
Herwiha Nafê Ebdula daxwaza berdana hemû endamên wan kir û got: “PYD bi van kiriyan, danûstandinên Kurdî – Kurdî ber bi çarenivîseke nediyar ve dibe û hêviyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yekrêziya Kurdî lawaz dike.”
Li gor daxuyaniyeke pêştir ya Polîtburoya PDK-Sê hîna endamên partiya wan, Mihemed Salih Şelal Ehmed, Mihemed Deham Eyo, Berzan Husên, Fermez Ebdulkerîm û Ebdilxefar Mihemed li cem hêzên ser bi PYDê ve girtî ne.