PKKê 65 kîlo TNT di riya Amêdî – Dêralokê de çandibû

Tîmeke endezyarî ya hêza Pêşmerge TNT rakir û ji nav bir.

Duhok (K24) – Çekdarên PKKê 65 kîlo TNT di riya Amêdî – Dêrelokê de çandibû, tîmeke endezyarî ya hêza Pêşmerge jî ew rakir û ji nav bir.

Jêderekî ji hêza Pêşmergeyên Zêrevanî ji K24ê re got: “Çekdarên PKKê TNT di riya Amêdî – Dêrelokê de çandibû, tîmeke endezyarî ya Pêşmerge jî ew rakir û ji nav bir.”

Wî jêderî destnîşan kir, “65 kîlo TNT bi awayekî kontrolkirî hatibû danîn.”

Pêştir jî çendîn caran çekdarên PKKê li wê deverê TNT û bombeyên vedayî li ser riyên welatiyan danîbûn.

Cihê PKKê TNT lê daniye
Cihê PKKê TNT lê daniye
Cihê PKKê TNT lê daniye
Cihê PKKê TNT lê daniye