Li Babê êrîşên mûşekî: 17 birîndar

Li bakurê Sûriyê li dijî navçeya Babê zêdetirî 10 mûşek hatin avêtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Sûriyê li dijî navçeya Babê zêdetirî 10 mûşek hatin avêtin.

Ji ber êrîşên ku li dijî deverên niştecîbûnê hatin kirin, li gor zanyariyên destpêkê heta niha 17 kes birîndar bûn û di êrîşan de li gelek cihên navçeyê zirarên madî derketin holê.

Welatiyên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li navenda navçeyê û ji ber giraniya birînên birîndaran, tirsa wê yekê heye ku kesên birîndar jiyana xwe ji dest bidin û hejmara birîndaran jî zêde bibe.

Duh jî derdora danê nîvro li dijî du wesayîtên sivîl êrîşên mûşekî hatibûn kirin û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Navçeya Babê di destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye.