DAIŞê li Mexmûrê 11 kes revandin

Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandine.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandin.

Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand: “Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bi cil û bergên leşkerî xaleke kontrolê danîne û 11 kes revandine.”

Li gor zanyariyên K24ê; DAIŞê ji wan 11 kesan, 5 kes berdane û 6 kesên din li cem wan in.

Herwiha nûçegihanê me eşkere kir ku sê kes li xala kontrolê ya çekdarên DAIŞê ranewestiyane û çekdaran gulle berdane û birîndar bûne ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya Mexmûrê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê me; ji wan kesên ku hîn di destê çekdarên DAIŞê de ne, 2 kes Kurd in û 2 kes jî Ereb in.