Li Mêrdînê jineke Êzidî hat kuştin

Li gundê Ebşî yê ser bi navçeya Midyadê şeva borî jineke Êzidî hat kuştin.

Mêrdîn (K24) – Li gundê Ebşî yê ser bi navçeya Midyad a Mêrdînê şeva borî derdora demjimêr 20:30 – 21:00an, jineke Êzidî hat kuştin.

Nûçegihanê K24ê Hesen Kosen ragihand; şeva borî li gundê Ebşî yê ser bi navçeya Midyadê, jineke Êzidî ya bi navê Baran Hesen Reşo ji aliyê kesekî bi navê Serkan O. ve hat kuştin.

Nûçegihanê me diyar kir ku Serkan O. yê 25 salî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin û ji ber ku hêj îfadeya kujer nehatiye bidestxistin, sedema kuştinê nayê zanin.

Li ser bûyerê lêpirsîn didome û Komîsyona Mafên Jinan a ser bi Baroya Mêrdînê dosyeya kuştina jina Êzidî dişopîne.

Li gor zanyariyên K24ê, Baran Hesen Reşo ji ber êrîşên DAIŞê yên sala 2014an, ji navçeya Şingalê koç kiriye û li Midyadê niştecî bûye, herwiha malbata wê jî li Ewropayê dijî.

Termê jina Êzidî rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê û hat ragihandin ku dema malbat an jî konsulxane daxwaz bikin, dikarin termê wê ji nexweşxaneyê werbigrin.