NY planeke bi milyonan dolar ji bo hejaran radigihîne

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên nehikûmî planek bi navê Bersivdana Bilez bi qebareya 378 milyon û 500 hezar dolarî ji bo Lubnanê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên nehikûmî planek bi navê Bersivdana Bilez bi qebareya 378 milyon û 500 hezar dolarî ji bo Lubnanê ragihand, ku ermanca vê planê alîkariya kesên gelek hejar e.

Li gor daxuyaniya nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî, armanca vê planê piştevaniya mirovî ye ku nêzîkî 1.1 milyon Lubnanî di rewşeke geşek xirab de ne û ketine qeyranên berdewam.

Ev plan di çarçoveya Konferansa Piştevaniya Gelê Lubnanê de ye, ku pêncşema borî bi serokatiya Fransa û Neteweyên Yekbûyî birêve çû.

Herwiha konferans di salvegera teqîna bendera Beyrûtê de birêve çû, ku ji ber wê teqînê nêzîkî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzîkî 6 hezar û 500 kes jî birîndar bûbûn.