Sîrwan Barzanî: Metirsiyên DAIŞê berdewam e û valahiya ewlehiyê heye

Sîrwan Barzanî diyar kir, “Niha çekdarên DAIŞê bi şevê bi azadî li çiyayê Qereçoxê digerin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mihwerê (6) ê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî radigihîne, ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên di bin destê hikûmeta Iraqê de, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye.

Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê şeva borî li nêzîkî gundê Kendal ê ser bi Mexmûrê ve kemînek danîn hejmarek welatî revandin, piştre hinek ji wan hatin azadkirin, lê 5 kes heta niha di destê çekdarên DAIŞê de ne ku 2 ji wan Kurd in.

Got jî: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê beşek ji navçeyê kontrol kiriye û bi Hevpeymaniya Navdewletî re operasyonan dikin, lê DAIŞ li çiyayê Qerçox û aliyê din ên çiya ku di bin kontrola hêzên Iraqî de ye, tevgera DAIŞê lê heye û gelek tonel û şikeft lê hene û çekdarên DAIŞî bi berdewamî xwe ji wê navçeyê vedidizin Mexmûrê.

Destnîşan kir jî: “Berî sala 2017an, ew navçe di destê Pêşmergeyên Kurdistanê de bû û çekdarên DAIŞê nedikarîn nêzîk bibin, lê niha ji ber ku valahiya ewlehiyê heye, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên di bin kontrola artêşa Iraqê de zêde bûne.

Diyar kir jî, “Niha çekdarên DAIŞê bi şevê bi azadî li çiyayê Qereçoxê digerin û jê ve jî xwe vedidizin derdora Mexmûrê û welatiyan direvînin.”

Berpirsê Mihwerê (6) ê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, avakirina Jûreya Operasyonên Hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, gelekî girîng e, lê divê hevahengiya zêdetir hebe.