Serok Barzanî: Fayiq Tofîq fermande û Pêşmergeyekî riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata cîgirê berê yê Wezîrê Navxwe Fayiq Tofîq kir û ragihand, Kak Fayiq Fermande û Pêşmergeyekî riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû.
Peyama Serok Barzanî:
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê dilsoz û wefadar ê rêbaza Barzanî û kurdayetî Kak Fayiq Tofîq naskirî bi (Fayiqê Reş) gihîşt me.
Kak Fayiq Fermande û Pêşmergeyekî riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bûye û piştî raperînê jî li çendîn pêgehên berpirsiyariyê bi dilsozî û çalak û hestê bilind ê niştimanperweriyê xizmeta mîlletê xwe kiriye.
Pirse û serxweşiyê li xwe û tevahiya malbat û kesûkar û nasên xwedê jêrazî dikim, xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe û ruhê Kake Fayiq bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.