Ji ber şewatê bi hezaran kes bê cih mane

Ji ber ku li gelek deveran şewat ber bi gundan ve çû gund hatin valakirin û 17 hezar welatiyan ji neçarî dest ji gundên xwe berdan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di şewatên daristanan ên di 28ê Tîrmehê de dest pê kirîn de li Tirkiyeyê bi hezaran kes neçar man ku dest ji gundên xwe berdin û li ser rêyan rakevin. Beşek ji mexdûran bi gilî ne ku mudaxale dereng maye û beşek jî dibêjin piştî şewatê xizmet negihiştiye welatiyên ku derve dimînin.

Li Tirkiyeyê ji 28ê Tîrmehê ve ji 200î zêdetir şewatên daristanan rû dan û ji ber ku li gelek deveran şewat ber bi gundan ve çû gund hatin valakirin û 17 hezar welatiyan ji neçarî dest ji gundên xwe berdan. Welatiyên ku ji gundan derketin li ser rêyan rêz bûn. Kesên ku li navendêjn navçe û bajaran xizmên wan hebin çûn cem wan lê beşek zêde ji welatiyan jî ji ber ku dil nedan ji xanî û gundên xwe dûr bikevin li ser rêyan bi cih bûn. Welatî dibêjin mudaxaleya agir gelek dereng dest pê kir û dibêjin gihandina xizmetan de jî pirsgirek heye.

Welatiyek dibêje: “Em heta sibê li ser lingan in. Ji bo me xew nema ye. Gund de tikes nema. Hemû kes niha di nobetê de ne. Alîkarî bo me tê. Zêde kêmasiyên me nînin. Tişte em pê xemgîn dibin ew e ku daristnên me dişewitin. Em ji wê xemgîn in.”

Weletiyên ku bi wesaîtan kelûpelên xwe anîne ser kêleka caddeyan jiyana xwe liv an deveran didomînin. Welatî dibêjin ew li bende ne ku demildest pirsgirêka xanî û ziyana kelupelên wan werin dabînkirin.

Welatiyekî din jî dibêje: “Dema şewatê gelek xirap bû, em ji agir reviyan. Niha li ser rêyan dimînin. Niha pirsgirêka sereke ew e ku hatçoyek zêde heye û rê jî teng in û ev yek dibe sedem ku alîkarî bo me newe. Xelk mexdur e. Bila bo xelkê mexdur alîkarî were dayîn em vê yekê dixwazin.”

Wezareta Hawir û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê ji bo kesên ku xaniyên wan bi temamî şewitîne piştgiriya kirê bidin û bo şewat û ziyana  kelupelên malê jî dê piştgirî were dayîn ku bo her malbatek dê heta 50 hezar lîre alîkarî were dayîn û her wiha dê bo kesên xaniyên temamî şewitîne xaniyên nû jî werin çêkirin.