Parêzgarê Nenewa daxwaza bicihkirina rêkeftina Şingalê dike

Parêzgarê Nenewa: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê gavan ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bavêjin.
Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî
Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Neynewayê radigihîne, demeke dirêj di ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye û hîn ti xalên sereke yên rêkeftinê nehatine bicihkirin. Got jî: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê gavan ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bavêjin.

Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî ji K24ê re ragihand, diviyabû pirsgirêka Şingalê berî demekê bihata çareserkirin, gelek dem di ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye û heta niha ti xaleke sereke ya wê rêkeftinê nehatine bicihkirin. Divê kar li ser cibicîkirina rêkeftinê were kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kar ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bikin.

Parêzgarê Neynewayê destnîşan kir, hîn rewşa Şingal wêran e û hin alî hene naxwazin Şingal aram û ewle bibe. Ji bo çareserkirina rewşa Şingalê, divê hevahengiya baş di navbera Hikmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe.

Necem Cibûrî diyar kir, heta niha îdareya Şingalê nikare vegere Şingalê, ev jî rewşeke xirap e. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal hevahengiya zêdetir bikin û rê nedin hêzên derveyî.