Xalid Obeydî: PKK gelek pirsgirêkan ji Iraqê re derdixe

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê yê berê: “Dema çareserkirina pirsgirêka PKKê hatiye, ji ber ku wê gelek pirsgirêk ji Iraqê re peyda kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê yê berê Xalid Obeydî derbarê rêkeftina Şingalê û hebûna PKKê li wê herêmê de ragihand, “Dema çareserkirina pirsgirêka PKKê hatiye, ji ber ku wê gelek pirsgirêk ji Iraqê re peyda kirine.”

Xalid Obeydî ji K24ê re ragihand, “Eger niyazpakî û bawerî di navbera aliyan de hebe, rêkeftina Şingalê dê cibicî bibe û pirsgirêk jî dê çareser bibin. Pêwîstiya me ji bo her rêkeftinekê, bi niyazpakî û baweriyê heye.”

Got jî: “Hêzên PKKê di rewşeke aloz de hatin herêmê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêwîstî bi guftûgoyên siyasî yên kûr û wêrek heye. Di baweriya min de dema wê yekê hatiye ku ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber ku di vê rewşa de, pirsgirêkên Iraqê zêde dike.”