Efxanistan.. 572 çekdarên Talîbanê di rojekê de hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê ragihand, 572 çekdarên tevgera Talîbanê di 24 demjimêrên borî de hatine kuştin.
Çekdarên Talîbanê
Çekdarên Talîbanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê ragihand, 572 çekdarên tevgera Talîbanê di 24 demjimêrên borî de hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di operasyonên wan ên li wîlayetên Ningihar, Lexman, Xeznî, Betîka û Qendeharê de di 24 demjimêrên borî de 572 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 309 çekdar jî birîndar bûne.

Ev di demekê de ye, Wezareta Bervaniya Efxanistanê ragihandibû ku duhî di bombebarana hêzên asmanî yên Amerîka de, dora 200 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê Fuad Eman duhî ragihandibû, firokeyên Amerîkî yên cureya B-52 hejmarek baregehên Talîbanê li bajarê Şibirxanê navenda wîlayeta Cozcanê bombebaran kirine û ziyanên mezin gihandine wan.

Ji aliyekî din ve, Tevgera Talîbanê îro ragihand, piştî şerekî giran bi hêzên hikûmeta Efxanistanê re, wan îro karî bajarê Qendoz li bakurê wî welatî kontrol bikin.