Rûsya û Tirkiye li ser berdana avê bo Hesekê li hev kirin

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û çakdarên ser bi wê ve, pirsgirêka peydakirina ava paqij ji xelkê Hesekê re derdikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya û Tirkiyê li ser pirsa av û elektirîkê ji bo Heseke, Til Temir û Serê Kaniyê li hev kirin û biryar e heta du hefteyên din 25 bîrên li westgeha Elokê kar bikin, ji bo av bigihe tevahiya taxên Heseke û Til Temirê.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û çakdarên ser bi wê ve, pirsgirêka peydakirina ava paqij ji xelkê Hesekê re derdikeve, lê niha dibe ku êdî ew pirsgirêk nemîne, piştî rêkeftinekê di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de.

Ajansa “Anadolu” belav kiriye, şandên Rûsî û Tirkî gihîştin rêkeftinekê, ji bo bidawîanîna pirsgirêka av û elektitîkê li parêzgeha Hesekê.

Li gor hatiye belavkirin, herdu aliyan rêkeftine ku elektirîk ji navçeyên HSDê ji 200 hezar kesên li Serê Kaniyê û gundewarê wê dimînin were dabînkirin, li hemberê jî Tirkiye ava vexwarinê ji xelkê Hesekê û Til Temir re berde.

Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê ye, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine, dest danîn ser wê wêstgehê û niha weke çekekî li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê qut dibirin.