Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Li Nisêbînê kesekî ku amadekariya êrîşê dikir hat kuştin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên ewlekariyê xwestine kesekî bisekinînin, lê li gor îdiayan wî kesî hewil daye erîşî hêzên ewlekariyê bike.

Mêrdîn (K24) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên ewlekariyê xwestine kesekî bisekinînin lê wî kesî hewil daye erîşî hêzên ewlekariyê bike û li ser vê yekê jî ew kes hatiye bêbandorkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku danê sibê li navenda Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber tevgerên biguman hêzên ewlekariyê xwestine kesekî bisekinînin, lê wî kesî xwestiye bi çenteyê di destê xwe de ku tê de bomba hebû, ber bi polîsan ve bibeze û bombayê biteqîne.

Li ser vê yekê jî polîsan mudaxale kiriye û kesê êrîşkar ê ku di deste wî de bomba hebû hatiye bêbandorkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê amaje kir ku ew kes endamê rêxistina neyasayî ye û piştî bûyerê bergiriyên berfireh ên ewlekariyê hatine standin û herwiha tîmên teybet ên pûçkirina bombeyê jî hatone cihê bûyerê û bomba jî li cihê bûyerê hatiye pûçkirin.