Di şerê Yemenê de 640 zarok hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Yemenê ragihand; di destpêka şeş mehên îsal de, 640 zarok di şer û pevçûnên Yemenê de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan a Yemenê ragihand; di destpêka şeş mehên îsal de, 640 zarok di şer û pevçûnên Yemenê de hatine kuştin, ku çekdarên Hûsî zarokan ji bo şer bi kar tînin.

Li gor ragihandina Mafên Mirovan a Yemenê, 640 zarok ku Hûsiyan ew kirine çekdar, di şer de hatine kuştin, ku temenên wan di navbera 13 heta 17an de ne, beşek ji wan zarokan di rêzên ragihandina serbazî de dixebitin.

Herwiha diyar kiriye ku li gor zanyariyên nexweşxaneyên paytext û parêzgehên din, hejmara zarokên birîndar, gihiştiye 340 zarokan, weke nîşaneyek li ser karesata mezin a j bo zarokan li Yemenê.

Li gor raportekê, niha ji ber kêmbûna şer, hejmara kuştiyên zarok jî kêm bûne, xelkê Yemenê kêmtir zarokên xwe dixin rêzên çekdarên Hûsî ji bo şerkirinê.