Li Duhokê xebatên temamkirina sê bendavan dest pê dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesaliyê, bi qasî 4 milyar û 500 milyon dînar ji bo temamkirina sê bendavên parêzgeha Duhokê terxan kir.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesaliyê, bi qasî 4 milyar û 500 milyon dînar ji bo temamkirina sê bendavên parêzgeha Duhokê terxan kir û biryar e di demek nêz de dest bi karkirina wê projeyê were kirin, ku her sê bendav jî şiyana wan a wergirtina zêdetirî 15 milyon sêca av heye.

Projeyên bendavan ji ber qeyrana darayî ji sala 2014an ve hatiye sekinandin, Bendava Xenes jî yek ji bendavan e ku piraniya karên wan hatine kirin.

Rêveberê Bendavên Duhokê Ebdulqadir Mihemed diyar dike: “Mixabin çend sal in xebatên li wan projeyan rawestiyane.” Herwiha eşkere kir: “Heta niha 6 milyar û 300 milyon dînar ji bo Bendava Xenes hatiye xerckirin û zêdetirî %70yê projeyê hatiye cîbicîkirin û tenê %30 maye, ji bo cîbicîkirina temamê projeyê, pêwîstî bi kêmtirî 3 milyar dînar e, lê eger wisa bimîne, ev 6 milyar û 300 milyonên din jî belawela biçe.”

Bendava Sipnedu ku dikeve sînorê nahiya Bamernê, heta niha %41ê xebatên wê temam bûne. Bendava Gelî ku dikeve sînorê qezaya Sêmêl, %40 xebatên wê temam bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî li ser temamkirina her sê bendavan daye û biyar e di demeke nêz de dest bi temamkirina wan were kirin.

Şarezayê warê bendavan Remezan Hemze vê pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesaliyê girîng dibîne û destnîşan dike ku bi cîbicîkirina van projeyan baweriyek li cem her kesî çêdibe ku êdî hişkesalî bandoreke neyênî li ser Herêma Kurdistanê nake, bi taybetî jî di warê çandinî û avdaniyê de.