Çekdarên DAIŞê li Mexmûrê êrîşî ser xaleke Heşda Şeibî kir

Li Mexmûrê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de, çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdarên din birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mexmûrê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de, çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdarên din birîndar bûn.

Medyaya Iraqî belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregeheke Heşda Şeibî li nêzîkî gundê Mihîzîle yê ser bi Mexmûrê ve kir. Di encamê de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdarên din birîndar bûn.

Piştî êrîşê jî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê dest bi operasyoneke pişknîn û lêgerîna li dû çekdarên DAIŞê kir.

Ev yek di demekê de ye, Berpirsê Mihwerê (6) ê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî berî çend rojan ji K24ê re ragihand, ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên Mexmûrê yên di bin kontrola hêzên Iraqê de, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê belav kir, birceke veguhastina elektirîkê li devera Xurmatûyê ji aliyê teroristan ve hat teqandin.