Amerîka cezayan li ser du mîlîşyayên Iraqê disepîne

Wezareta Derve ya Amerîka ceza danîn ser mîlîşyayên Esayîb Ehlul Heq a Îraqî û Hizbullaha Iraqî û Libnanî ferz kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka ceza danîn ser mîlîşyayên Esayîb Ehlul Heq a Îraqî û Hizbullaha Iraqî û Libnanî ferz kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, “Mîlîşyayên hatine cezakirin, biryara qedexekirina biçekkirinê ya taybet li ser Îran, Sûriye û Koryaya Bakur binpê kirine.”

Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn jî, ev ceza du kompanyayên Sûrî yên ser bi Waêl Îsa û Eymen Sebax jî li xwe digire.

Ev di demekê de ye, di van du salên dawî de, mîlîşyayên Iraqê gelek êrîş li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê kirine.

Sala borî jî Wezareta Gencîneya Amerîka hejmarek mîlîşyayên Iraqê yên nêzîkî Îranê xistibûn lîsteya terorê.