Hikûmeta nû ya Sûriyê hat pêkanîn, lê ti Kurdek di kabîneyê de cih nagire

Beşar Esed beriya hilbijartinan diyar kiribû ku di kabîneya nû de dê pêkhateyên Sûriyê cih bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêkanîna hikûmeta Sûriyê bi nivîsa fermî ya komarî, îro sêşemê 10ê Tebaxa 2021ê hat ragihandin, ku heman kabîneya berê ye, ji bilî guhertina 3 wezîran. Herwiha ti Kurdekî di kabîneya nû de cih negirtiye.

Guhertina herî mezin a kabîneya nû ya hikûmeta Sûriyê, guhertina Wezîrê Ragihandinê ye, herwiha du wezîrên dewletê jî hatine diyarkirin. Yek ji wan namzedê hilbijartinên serokatiyê ye bi navê Ebdullah Selûm Ebdullah ku weke Wezîrê Dewletê hatiye destnîşankirin, beriya niha jî wezîrê dewletê bû ji bo karûbarên Encûmena Gel di salên 2016 – 2020an de.

Her çiqas çend wezîr hatibin guhertin jî, ji wezaretên din ciyên wan hatine guherandin û heman wezîrên berê di kabîneya nû de ne.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed beriya hilbijartinan diyar kiribû ku di kabîneya nû de dê pêkhateyên Sûriyê beşdar bin, lê di vê kabîneym de ti Kurdek di hikûmeta Sûriyê de cih negirt.