Fuad Husên bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtinek pêk anî

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Tehranê bi Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtinek pêk anî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Tehranê bi Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtinek pêk anî. Li gor ragihandina Serokomariya Îranê ya nivîskî Husên û Reîsî li ser mijarên têkiliyên dualî û li ser “Lûtkeya Dewletên Cîran ên Iraqê” ku di dawiya vê mehê de li Bexdayê were lidarxistin axivîne.

Îbrahîm Reîsî di axaftina xwe de ji Fuad Husên re diyar kiriye ku destwerdana biyaniyan li herêmê gengeşeyê zêde dike. Reîsî ragihandiye ku welatên herêmê di nav xwe de li ser çareserkirina meseleyan lihev bikin, dê li herêmê bo ewlehiyê û îstîqrarê xizmetê bike.

Reîsî herwiha diyar kiriye: “Destwerdana biyaniyan ya li herêmê gengeşeyan zêdetir dike û bo herêmê gef e. Divê welatên herêmê bêyî destwerdana biyaniyan hevkariyê bikin û ev bo ewlehiyê pêwist e. Em alîkariyê dikin da ku pirsgirêkên li Iraqê çareser bibin û em dixwazin Iraq pêş bikeve.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên vexwendnameya Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî ya ji bo “Lûtkeya Dewletên Cîran ên Iraqê” daye Reîsî û gotiye ku ev lûtke ji bo parastina pêvajoya siyasî û bo pêşveçûna aboriyê pêngaveke mezin e.