Li Tirkiyê rêbaza temirandina şewatan tê nîqaşkirin

Di şewatên daristanan de li Antalyayê 2 hezar û 164 xanî şewitîn û 17 hezar welatiyan dest ji xaniyên xwe berdan.
kurdistan24.net

Antalya (K24) - Di şewatên daristanan de li Antalyayê 2 hezar û 164 xanî şewitîn û 17 hezar welatiyan dest ji xaniyên xwe berdan û ketin ser rêyan. Di warê rêbaza mudaxale û bergiriyan de niha nîqaş ew e ku kesên dest ji xaniyên xwe berdan xaniyên wan şewitîn, lên xaniyên yên mayîn neşewitîn.

Di 28ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê bi teybetî jî li bajarên wek Antalya û Muglayê agir bi daristanan ket û ji ber meitrsiya şewatê jî bi hezaran welatiyan dest ji mal û milken xwe berdan û nekarîn vegerin gundên xwe. Gelek kesên ku piştî agir vegeriyan gundên xwe dîtin ku xaniyên wan bune xwelî.

Ayşe Bekmez jî yek ji wan kesan e ku beriya şewatê lêçûnek zêde li xaniyê xwe kiribû û dema vegeriya gund dît ku xaniyê wê yê ji bav û kalan mayî şewitîye.

Bekmez ji K24ê re diyar kir: “Ez di vî xanîyî de hatim dinê û li vê derê mezin bûm, min qet texmîn nedikir ku ez ê rojekê di vê rewşê de bibînim. Dema lê dinêrim dilê min dişewite, ez gelek xemgîn dibim. Xaniyên me, darên me, daristanên me şewitîn. Evder cihê bav û kalê min bû.”

Piştî ku li gundan gelek xanî şewitîn vê yekê bi xwe re nîqaşên cûda jî anîn. Kesên ku li gel hemu hişyarîyên hêzên ewlekariyê dest ji gundên xwe bernedayîn dibêjin wan kariye xaniyên xwe biparêzin.

Ahmet Aldemîr jî yek ji wan welatiyan e ku ziyan negihiştiye xaniyê wî û dibêje: “Dema şewat dest pê kir ne diyar bû dê ji kîjan alîyî ve bigihîje gund, en di nobetê de bûn, jî kîjan alîyî ve bihata em diçûn me ditemirand. Heta agir gurr nebiba tîmên temirandinê nedihatin. Deverên agir gurr bûyî xanî şewitîn paşê tîm hatin. Li dora mala me jî me rê nedida gurr û mezin bibe.”

Derbarê nîqaşan de çavkaniyên fermî jî dibêjin di dema metirsiya karesatên xwezayî de gund û navçeyên di bin gefê de ne li gorî rêbazên mudaxaleyê tên valakirin û ji bo ku canê welatiyan were parastin gund hatine valakirin ku li gelek deveran şewat gihîşt nav gundan.