Wezîrê Tendirustiyê: Em ê wergirtina vaksînê bikin neçarî

Dr. Saman Berzincî ragihand; wergirtina vaksîna Koronayê li Herêma Kurdistanê neçarî nîne, lê di demên bê de wergirtina vaksînê bibe neçarî û divê hemû welatî vaksînê werbigrin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand; nêzîkî 600 hezar kesan xwe ji bo wergirtina vaksîna Koronayê tomar kirine, heta niha %9ê nişteciyên Herêma Kurdistanê vaksîn wergirtine. Herwiha eşkere kir ku wergirtina vaksîna Koronayê li Herêma Kurdistanê neçarî nîne, lê di demên bê de wergirtina vaksînê bibe neçarî û divê hemû welatî vaksînê werbigrin.

Dr. Saman Berzincî beşdarî bernameya Pêngava Nehem a Kurdistan24ê bû û diyar kir: “Heta niha 600 hezar vaksîna Koronayê gihiştine Herêma Kurdistanê, di demeke nêz de 100 hezar dozên din ên vaksîna ji cûreya Sinopharm bigihîje, ewên li ber dest in, her du cûreyên Sinopharm û AstraZeneca ne, lê cûreya Pfizer heftane bo Herêma Kurdistanê tên.”

Berzincî eşkere kir: “Nêzîkî 450 hezar dozên vaksînê hatine bikaranîn, ku nêzîkî %9ê armanca Wezareta Tendirustiyê ya doza yekem a vaksînê wergirtine, %5 jî her du dozên vaksînê wergirtine.”

Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kir ku projeya kovaks ji bo wergirtina vaksîna Koronayê standarda %20ê hemû nişteciyan diyar kiriye, ewên ku di ser 18 salî de ne divê vaksînê werbigrin, hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê yên di ser 18 salî de ne, 3 milyon û 256 hezar kes in, 651 hezar û 196 kes, ku %20ê nişteciyên Herêma Kurdistanê ne, divê heta dawiya îsal her du dozên vaksînê werbigrin, ji bo vê yekê jî zêdetirî milyonek û 300 hezar dozên vaksînê pêwîst e, lê heta niha 600 hezar doz gihiştine destê me.”

Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Di destpêka hatina vaksîna Koronayê bo Herêma Kurdistanê de, bi giştî baweriya welatiyan bi vaksînê kêm bû, lê niha gelek kes baweriya wan bi vaksînê heye û nêzîkî 600 hezar kesan navê xwe ji bo wergirtina vaksînê tomar kirine.”

Berzincî destnîşan kir ku li hinek welatan wergirtina vaksîna Koronayê, kirine neçarî, her çiqas li Herêma Kurdistanê niha neçarî nebe jî, di demeke nêz de dema hejmara pêwîst a dozên vaksînê hebe, wergirtina vaksînê dê bibe neçarî û divê her kes vaksînê werbigre.