Li Helebceyê termê zarokekî 9 salî hat dîtin

Dewsa lêdanê li ser laşê wî heye.

Helebce (K24) – Li parêzgeha Helebceyê termê zarokekî 9 salî hat dîtin, ku dewsa lêdanê li ser laşê wî heye, herwiha kesek jî bi tohmeta kuştina wî zarokî hat desteserkirin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Helebceyê Muqedem Berzan Usman bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Şeva borî li taxa Sera ya parêzgeha Helebceyê, zarokê 9 salî yê bi navê Rawêj Qadir Se'dî, piştî ku winda bû, di nav bîra mizgeftekê de kuştî hat dîtin, ku di nav wê bîrê de av tunebû, li ser laşê zarok dewsa lêdanê hebû.”

Muqedem Berzan Usman diyar kir: “Piştî gihîştina tîma belge û tawan û polîsê binkeya Helebceyê, termê zarok hat derxistin. Li ser bûyerê lêpirsîn dest pê kiriye û kesek hatiye desteserkirin ku navê wî A.S, temenê wî 25 salî û nişteciyê taxa Sera ya parêzgeha Helebceyê ye, li gor madeya 406 lêpirsîn ligel wî tê kirin.”