PDK vedigere Mexmûrê

Bi merasîm û ahengên taybet, baregehên PDKê têne vekirin.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Liqa 23 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdullah ragihand: “Me baregeha xwe wergirtiye û di demeke nêz de PDK vedigere Mexmûrê.”

Kirmanc Ebdullah ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ji bilî ku PDK baregehên xwe yên li Mexmûrê vedike, di heman demê de baregehên xwe yên li nahiya Sergeranê jî vedike, ku niha bi nûjenkirina baregehan ve mijûl in.”

Ebdullah eşkere kir: “Wisa biryar e ku di demeke nêz de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) baregehên xwe yên li Mexmûr û nahiya Sergeran, piştî karên nûjenkirina wan temam bibin, bi rêya merasîm û ahengên taybet veke.”