Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê ji bo pêkanîna 2 lîwayên hevbeş dicivin

Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê gihîşt Hewlêrê.

Hewlêr (K24) – Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, bi mebesta pêkanîna du lîwayên hevbeş ligel Wezareta Pêşmerge gihîşt Hewlêrê.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna şanda Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de, guftûgo li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş tê kirin.

Li gor zanyariyên peyamenê K24ê, her du alî di vê civînê de guftpgoyê li ser aliyê teknîkî yê pêkanînan wan her du lîwayan û cih û erkên wan dikin.

Pêştir rêkeftin li ser pêkanîna wan her du lîwayên hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo kontrolkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatibû kirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re ragihandibû, destpêkê ew her du lîwa dê werin rahênankirin û piştre dê li cihên diyarkirî werin bicihkirin, bi taybet jî li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û Tekrîtê.