Herêma Kurdistanê û Çîn sêyemîn pêşangeha bazirganî ya online li dar dixin

Di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de sêyemîn pêşangeha bazirganî ya online bi beşdariya nêzîkî 200 kompaniyan dê were lidarxistin.

Hewlêr (K24) – Di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de sêyemîn pêşangeha bazirganî ya online bi beşdariya nêzîkî 200 kompaniyan dê were lidarxistin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, piraniya pêşangehên navdewletî bi rêya online birêve diçin.

Beriya niha du pêşangehên bazirganî yên online di navbera Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê ya Şaxa Hewlêrê û rêxistina bazirganî ya KAC expo  ya Çînê de bi hemahengiya Konsulgeriya Komara Çînê ya li Hewlêrê hatin kirin û niha jî amadekariya lidarxistina sêyem pêşangehê tê kirin.

Sêyemîn pêşangeha online a di navbera bazirganên Kurdistan û Çînê de bi beşdariya nêzîkî 120 kompaniyên Çînê û 80 kompaniyên xwemalî birêve diçe.

Lidarxistina pêşangehên bi vî rengî ji bo berdewamiya pêwendiyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê ye û ji bo bihêzkirina danûstandina bazirganiyê ye.