Li Diyarbekirê di navbera cotkaran de şer û pevçûn derket

Di encamê de 6 kes birîndar bûn û hêzên ewlekariyê jî ji ber tevlîbûna şer 4 kes binçav kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di nava avahiya Gerînendehiya Çandiniyê de di navbera cotkaran de şer û pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn û hêzên ewlekariyê jî ji ber tevlîbûna şer 4 kes binçav kirin û lêpirsîn hat despêkirin.

Li navenda Diyarbekirê pêşberê Parêzgeriya Diyarbekir de di nava Gerînendehiya Çandiniyê de di navbera cotkaran de şer û pevçûn derket.

Hat zanîn ku aliyên ku şer kirine bi çekan û bi kêran êrîşî hev kirine û di encama şer de jî 2 jê birîndar bi tevahî 6 kes birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê jî ji ber şer û pevçûnê 4 kes binçav kirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di 1ê Îlonê de dê hilbijartina yekîtiyên girêdayî çandiniyê werin kirin û bo aşkerekirina lîsteyên namzetan endamên yekîtiyan li hev civiyane û berê jî di navbera hinek aliyan de alozî hebuye û di hewşa Gerînendehiya Çandiniyê de şer rû daye.

Li gorî şahidan şer derdora 14.00 rû daye û demekê jî berdewam kiriye û piştî hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê şer sekiniye.