Çar mûşek arasteyî hêzên Tirkiyê yên li Başîkê hatin kirin

Mûşek li nêzîkî gundê Cêbran ketine xwarê.

Hewlêr (K24) – Li Başîkê çar mûşek arasteyî binkeyên serbazî yên artêşa Tirkiyê hatin kirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, mûşek li nêzîkî gundê Cêbran ketine xwarê û ti ziyanek di êrîşê de derneketiye holê.

Çavkaniyên ewlehiyê yên li wê deverê diyar kirin ku çar mûşek ji devera Şelalat a li sînorê parêzgeha Neynewa arasteyî binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin, ku ew binke di destpêka şerê DAIŞê de li devera Başîkê hatiye damezrandin.

Di meha Nîsana borî de êrîşeke mûşekî li dijî wê binkeyê hatibû kirin û di encamê de serbazekî Tirkiyê hatibû kuştin.

Kom û milîsên çekda ên alîgirên Îranê yên li sînorê Şingal û parêzgeha Neynewa, red dikin ku rê bidin mana artêşa Tirkiyê li wê deverê.

Îran û Tirkiye li ser çarenûsa rewşa deverên sînorê Şingalê û Neynewa nêrînên wan ji hev cuda ne û berjewendiyên wan hev nagirin.

Îran hewla kontrolkirina rêyên Tehran – Bexda – Mûsil – Şam – Beyrûtê dide û Tirkiye jî gefa jinavbirina PKKê li sînorê Şingal û parêzgeha Neynewayê dixwe.