14 hunermendên Kurd beşdarî pêşangeha Japonyayê bûn

Bi navê Kurdistanê, li bajarê Yokohama yê Japonyayê beşdarî pêşangeheke hunerî bûn.

Hewlêr (K24) – 14 hunermendên Kurd bi karên xwe yên hunerî, bi navê Kurdistanê, li bajarê Yokohama yê Japonyayê beşdarî pêşangeheke hunerî bûn.

Di bienalekê de, ku tê wateya pêşangeha mezin a hunerî û ji seranserê cîhanê hunermend beşdar dibin, goşeyeke taybet ji bo şêwekarên Kurd hatiye diyarkirin, hinek ji karên tabloyên şêwekarî û hinek jî bi vîdeoyên hunerî beşdar bûn.

Pêşangeh li bajarê Yokohama di 11ê Tebaxa 2021ê de hat vekirin û heta hefteyekê berdewam e. Biryar bû, hunermendên Kurd li pêşangehê amade bin, lê ji ber rêkarên Koronayê û rawestandina geştan ji aliyê welatê Japonyayê ve, nekarîn biçin pêşangehê.

Şêwekarê Kurd Hêriş Sidîq ku bi sê tabloyên hunerî beşdarî pêşangehê bûye, ji K24ê re diyar kir; karên wî yên hunerî bi rêya Ewropayê bo pêşangehê hatine rêkirin, herwiha di bienalê de zêdetirî 250 hunermend ji seranserê cîhanê beşdar bûne.

Simko Ehmed ku rêkxerê karên hunerî yên Kurd e û ew bi xwe jî bi karên xwe yên "Keçên Winda" beşdarî pêşangehê bûye, diyar kir; yekem car e hunermendên Kurd li bajarê Yokohama karên xwe pêşan didin.

14 hunermendên Kurd ên beşdarî pêşangehê bûne, ev in: Îsmaîl Xeyat, Îsmaîl Umer, Awdêr Usman, Îlyas Kirkan, Araz Hemehusên, Sakar Silêman, Simko Ehmed, Rêbwar Seîd, Kosar Celal, Ehmed Nebez, Lawrans Kamas, Elî Reza Germiyanî, Hêriş Sidîq û Dilşad Behadîn.