Hejmarek penaxwazên Kurd li sînorê Belarusya û Lîtwanyayê asê mane

Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, wan daxwaz ji Belarusya, Lîtviya û Lîtwanyayê kiriye, jiyana penaberan biparêzin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên Lîtwanyayê ragihandin, pêla penaxwazên Iraq û welatên din bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li Baltîkê asê mane. Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî radigihîne, wan bi her sê welatan Belarusya, Lîtviya û Lîtwanyayê re di pêwendiyê de ne û daxwaz ji wan kirine, jiyana wan penaxwazan biparêzin.

Hejmarek ji welatiyên Kurd li ser sînorê Lîtwanya û Belarusya asê mane, penaxwazekî ji wan bi mobayla xwe vîdyoyek belav kir û dibêje: “Em çend roj in li ser sînor in, pasewanên Lîtwanyayê rê nade em derbasî Ewropa bibin. Wan bi elektirîkê li peyayan da û gefê li me dixwin, eger em ji wan nêzîk bibin, dê me bikujin.”

Di  nava penaberan de jî zarokek heye daxwaza hevkariyê dike û dibêje: “Çend roj in em li vir in. Çilên me tune ne. Xwarina me tune ye. Cihê me ne beş e.”

Nêzîkî 3 mehan e dora 4 hezar penaber ji welatên cuda û di nava wan de hejmarek penaberên Herêma Kurdistanê û Iraqê hene, bi awayekî neyasayî gihîştine Belarusyayê û dixwazin derbasî welatên Ewropayê bibin.

Di wê derbarê de, Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, “Hejmarek ji penaxwazan bi awayekî qaçax li Belarusya asê me. Her çend e pêwendiyên me yên dîplomasî û yên rasterast bi Belarusya re tune ne, lê bi riya balyozxaneya Iraqê li Polandayê û welatên din min pêwendiya telefonî bi Wezîrê Derve yê Belarusya û Wezîrê Derve yê Lîtviyayê encam da û min daxwaz jê kir, jiyana welatiyên me biparêzin. Wezîrê Derve yê Lîtviyayê soz da, bilez hevahengiyê bi rêxistinên penaberan yên Neteweyên Yekgirtî re bike û bi awayekî demkî jî, hejmarek ji çadiran ji penaxwazan re danîn.”

Sefîn Dizeyî diyar kir jî, wî hevahengî bi Belarusya re kiriye, ji bo ewên dixwazin bi dilê xwe vegerin, asankarî ji wan re bêne kirin.

Herwiha Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Daxwazê ji hemû welatiyên me dikim, biryara vegerê bidin, ji bo ew selamet bin.”

Ev di demekê de ye, berî demekê Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir, keşta vegera koçberên Iraqê ji Belarusya û Lîtwanyayê bo Bexdayê dest pê kiriye.