Talîbanê bajarê Celal Abad kontrol kir

Ji koma 34 wîlayetan, niha 26 wîlayet ketine bin kontrola çekdarên Talîbanê û ber bi Kabulê ve diçin.

Diyarbekir (K24) – Tevgera Talîbanê bajarê Celal Abad ê li rojhilatê Efxanistanê û deriyekî sînorî yê bi Pakistanê re kontrol kir.

Ajansa “Reuters” belav kir, îro danê sibê tevgera Talîbanê bajarê Celal Abad û deriyekî sînorî yê di navbera Efxanistan û Pakistanê de kontrol kir.

Herwiha tevgera Talîbanê ragihand, çekdarên wan îro berbangê karî firokxaneya Şîndîd li wîlayeta Hîratê kontrol bikin û dest deynin ser hejmarek helicopter û gelek zirîpoş û otomobîlên leşkerî.

Duhî jî çekdarên Talîbanê bajarê Mezar Şerîf, herêma Dayikendî, Konar û Loxmaniyê li rojhilatê Efxanistanê kontrol kir û ji koma 34 wîlayetan, niha 26 wîlayet ketine bin kontrola Talîbanê û ber bi Kabulê ve diçe.

Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, eger Talîban hêz û berjewendiyên Amerîka armanc bike, dê bersiveke tund bide wê.

Di wê çarçoveyê de jî, Biden biyar da 5 hezar leşkerên Amerîkî bişîne Efxanistanê, ji bo bi awayekî aram hemû hêzên Amerîkî û hevpeymanên wê ji wî welatî vekişîne û erkê hêzên Amerîkî yên meydanî piştî 20 salan bi dawî bike.

Li gor zanyariyên medyayî, Amerîka îro danê sibe bi awayekî bilez dest bi valakirina balyozxaneya xwe ya li Kabulê kir.