PDK li Kerkûkê dest bi bangeşeya hilbijartinê dike

PDKê çend nivîsgeh jî li Kerkûkê vekirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Amadekariyên aliyan ji hilbijartinên pêşwext ên Iraqê re dest pê kirine û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hewl dide li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dengê Kurdan bigihîne Parlamentoya Iraqê.

Di vê derbarê de, Berdevkê PDKê li Kerkûkê Saman Reşîd ji K24ê re ragihand, “Bernameya me giştgîr e, ji bo Herêma Kurdistanê û parêzgehên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. Li Kerkûkê me çend nivîsgeh vekirine û karên xwe di çarçoveya rênimayên Komisyona Hilbijartinê de dikin.”

Saman Reşîd got jî: “Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşeke ne asayî bi ser Kerkûkê de hat. Îdareyeke leşkerî li bajêr heye û çendîn hêzên cuda jî hene. Her çend e nivîsgehên me hatine dagîrkirin jî, lê em li wan nivîsgehan kar dikin. Eger rêgirî li me were kirin, em ê giliyan tomar bikin.”

Berdevkê PDKê li Kerkûkê got jî: “Me wek PDKê di vê qonaxê de, ji bo bangeşeyê û birêvebirina karên xwe, me nivîsgeh vekirine û em hewla serxistina kandîdên xwe didin. Em bi riya parlamenterên me hewl didin di xula bê ya parlamentoya Iraqê de rewşa Kerkûkê asayî bibe û pirsgirêkên bajêr jî bêne çareserkirin.”

Diyar kir jî: “Niha kandîdên me li Kerkûkê ne û hilmeta bangeşeyê li bajêr jî dest pê kiriye.