Di Lûtkeya Aştiya Navdewletî de Sirûda Ey Reqîb hat xwendin

Bi beşdariya nûnerên Herêma Kurdistanê, Lûtkeya Aştiya Global ya Navdewletî li bajarê Stenbolê birêve çû.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbolê Lûtkeya Aştiya Global ya Navdewletî birêve çû. Lûtkeya ku 50 welatan beşdarî tê de kir Kurdistan jî di nav de bû. Di roja dawîn ya lûtkeyê de sirûda neteweyî ya Kurdî hate xwendin û ji bo şehîden Kurdistanê rêz hate girtin.

Li bajarê Stenbolê bi beşdariya 50 welatên cîhanê ku Kurdistan jî di nav de ye, Lûtkeya Aştiya Global ya Navdewletî ya di bin banê Netweyên Yekgirtî de, bi mebesta çareseriya kêşeya ciwanên cîhanê ya di warê aştî, azadî, pêkvejiyan, tendûristî, perwerdehî û mafên mirovî de li dar ket.

Di konferasa navdewletî de bi beşdariya ciwanên ji parêzgehên Duhok û Hewlêrê Kurdistan jî hate temsîlkirin. Faris Mahmood ciwanê ji parêgeha Dihokê dibêje; me xwestiye bo dewleten cîhanê bidin nîşan ku gêncên Kurd jî hene û jiyaneke wan jî heye. Gêncên Kurd jî dixwazin kêşeyên xwe bi rêya aştî û diyalogê çareser bikin.

Ciwanê Kurd ji Duhokê Faris Mahmûd ji K24ê re got: “Konferansa gêncan ku nêzîkî 50 welatên cîhanê tê de beşdar in em jî wek gêncên Kurdistanê sinorê parêzgeha Duhok û Hewlerê beşdarî vê konferansê ne. Mebest li vê konferansê ew ku em jî xwe nîşanî dewletên din bikin û nîşan bidin jiyaneke me ya gêncên Kurd heye, me bawerî bixwe heye. Dixwazin çareseriya xwe bi rêya dîyalogê pêşkêşî dewletên din ên cîhanê bikin. Herwiha hewl didin bi hemahengî ligel hikûmeta me ya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên gêncên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.”

Ciwanên ku ji Herêma Kurdistanê hatine Stenbolê bo lûtkeyê bi cilên xwe yên netweyî û ala Kurdistanê beşdarî konferasê bûn, bi boneya roja cilên neteweyî. Di lûtkeyê de li ser mijarên wek; "perwerdehiya aştiyê, hemwelatiya global, bi hêzkirina civakê ya piştî Covîd-19, pêşengên ciwan yên ji bo veguherîna civakî, tevlîbûna ciwanên nav siyasetê û çareseriya newekheviyan" gotar hatin pêşkêşkirin.

Ciwana Kurd a ji Hewlerê Canfîlar Dirî ji K24ê re got: “Ez jî wek gêncekê min hem bo wan welatan behs kir ku çend mafên me jinan li Kurdistanê hene û derbarê coronayê de ew agahdar kirin ji roja pêşîn heta niha ku li Kurdistanê rûberûyê wê mane. Vê rojê jî me bi cilê Kurdî û Alaya Kurdistanê beşdarî kir li navarastê Stenbolê ev ji bo me cihê xweşhalî û şanaziyê ye.”

Di dawiya Lûtkeya Aştiya Global ya Navdewletî de wek hemû 50 welatên cîhanê ku beşdarî di lûtkeyê de kirine, ji bo şehîdên Kudistanê jî sirûda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîp hate xwendin û rêz li berê hate girtin. Piştî rêzgirtinê jî hin gêncên beşdar yên ji neteweyên cûda li ber stranên Kurdî reqisîn û pê şa bûn.