Îsmaîl Beşîkçî pirtûka xwe ya nû îmze kir

Dostê Kurdan, zanyar û ronakbîr Îsmaîl Beşîkçî pirtûka xwe ya bi navê “Dema Mijar Welat Be Zanist Teferruat e! Bîranîn” îmze kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Dostê Kurdan, zanyar û ronakbîr Îsmaîl Beşîkçî pirtûka xwe ya bi navê “Dema Mijar Welat Be Zanist Teferruat e! Bîranîn” ku ji serpêhatiên wî yên giring pêk tên li Stenbolê bo xwînerên xwe îmze kir.

Mirovê zanyar Îsmaîl Beşîkcî, li Stenbolê roja şemiyê (14.08.2021) li Medya Kitabevi kitêba xwe ya bi navê “Dema Mijar Welat Be Zanist Teferruat e!" ku bi ser navê Bîranîn, ji aliyê Weqfa Îsamîl Beşîkçî ve hatiye çapkirin ji bo xwînerên xwe îmze kir. Pirtûka ku hemû serpêhatiyên Îsmaîl Beşîkçî beş bi beş di navê de hatine bicihkirin di roja îmzeyê de li rastî eleqeyeke zêde hat. Xwediyê Weşanxaneya Medya Kîtapevî Selahattîn Bulut ragihand mamsote bi rêya vê pirtûkê xwestiye bandora pandemiyê bişikîne da hat û çûna Kurdan bo kitêbxaneyan zêde bibe

Xwediyê Medya Kîtapevî Selahattîn Bulut ji K24ê re got: “Kitêba Îsmaîl Beşîkçî ku xatiratê xwe nivîsandiye kitêbeke pir hêja ye û nû derket. Daxwaz ji Beşîkçî xoce hat. Got ez dixwazim vê kitêba xwe wek cara ewil li Medya Kitapevî çêkim roja îmzeyê. Got ev 15 meh in qeyranek heye mirov naçin û nayên. Ya rastî Îsmaîl Xoce xwest şikestekê li vê qeyranê bixe. Wek ku bi vê kitêbê çûn û hatina Kurdan pêk bîne. Em jî gelkî kêfxweş bûn û ev daxwaza wî li ser seran û çavan qebûl kir.”

Bi rêya roja îmzeya pirtûkê hejmareke zêde ya xwîneran ew derfet dîtin ku di vê serdema pandemiyê de ligel Îsmaîl Beşîkçî biaxivin û wêneyan bigirin. Kurdên ku ji bo îmzeya pirtûkên xwe di rêzê de bûn ragihandin, Îsmaîl Beşîkçî ji bo Kurdan xwedî giringî û nirxekî giranbûhaye. Kurd xwedî wî şensîne ku kesayetiyeke wek Îsmaîl Beşîkçî ketiye milê vî milletî û ji bo azadiya wan têdikoşe.

Welatiyê Kurd li ser Îsmaîl Beşikcî û pirtûka wî got: “Em bi vê pirtûka Îsmaîl Xoce gelek şanaz in. Îsmaîl Xoce ji bo Kurdan kedeke mezin daye. Em ji bo vê keda wî spasdar in. Bedelê mezin daye em ji bo wê jî spasdar in. Gelek xort jin û miletên Kurd bi pirtûkên wî hişyar bûne. Em ê her tim qimetê keda wî zanibin û ew zilamekî dostekî miletê Kurd e yê herî mezin e em tim jê spasdar in.”

Welatiya Kurd Gûlêcan Rohanî jî got: “Ji bo serê xwe êşandiye. Em gelekî spasdar û minnetarê wî ne. Xwedê emrê wî dirêj bike înşallah, kar û xebatên wî bidomîne. Em gelekî jê memnûn in.”

Welatiyê Kurd Av. Sûphî Ozgen jî dibêje: “Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dema ku li Tirkiyê Kurd û Kurdayetî qedexe bû u pişaftin berdewam bû, wê demê hewl da û li dij polîtîkayên çewt hat. Akademisyen bû ji bo xebat û lêkolînên wî ji zankoyê hate avêtin. Xebatên wî gelek girîng in. Me Kurdan jî gelek sûd ji xebat û pirtûkên wî wergirtiye bo hişmendiya Kurdî. Em gelek spasdar in.”

Mirovê zanyar û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçiyê ku ji bo doza Kurdan bi dehan salan di girtîgenhan de maye û rû bi rûyê zilm û zordariyê mayê li ser roja îmzeya pirtûka xwe bo Kurdistan 24ê ragihand, ew gelek bextewar bûye ji ber vê roja îmzeyê ku Medya Kîtabevî ev fersend daye wî da ligel xwînerên xwe bicive û ji ber eleqeya zêde jî ew gelekî kêfxweş bûye.