Li Tirkiyê li ser lêdana vaksînê biryarên nû

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê pîvanên vaksînbûnê de biryarên nû ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê pîvanên vaksînbûnê de biryarên nû ragihand. Li gorî biryarên nû ji bo hemû kesên ku temenê wan ser 15ê de ye mafê vaksînbûnê hat dayîn û kesên ku temenê wan ser 12ê de be û nexweşên kronîk bin, dê werin vaksînkirin.

Beriya niha li Tirkiyê serdema perwerdehiyê dest pê bike derbarê vaskînbûnê de Wezareta Tendirustiya Tirkiyê biryarên nû ragihand.

Li gorî biryarên nû ji bo hemû kesên ku temenê wan ser 15ê de ye mafê vaksînbûnê hat dayîn û kesên ku temenê wan ser 12ê de be û nexweşên kronîk bin jî dê bikarin werin vaksînkirin.

Berê kesên ku tûşî koronayê dibûn piştî tûşbûnê 3 mehan vaksîn li xwe didan lê ev dem bo 1 mehê hat kinkirin.

Ji bo tendirustkaran û kesên hatine destnîşankirin vaksîna çarem jî dê were bikaranîn. Ji ber ku beşek ji welatan ji bo derbasbûna nava xaka xwe wek pîvan 2 caran vaksînbûna biontech dixwazin kesên ku 2 caran sînovac û 1 car jî biontech li xwe dane, mafê vaksîna çarem ku biontech be hat dayîn.