Biden: Min ti car bawer nedikir ku ev biqewime

"Amerîka ji bo xelkê ku berevaniya xwe nake, serbazan nade kuştin."

Hewlêr (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand: “Rayedarên Efxanistanê berevaniya xwe nekir û em ji bo kesên ku berevaniya welatê xwe nakin, serbazan nadin kuştinê. Ev xelet e ku Amerîka ji bo xelkê ku berevaniya xwe nake, serbazan bide kuştin.”

Jeo Biden diyar kir: “Me ti car dest ji kuştina Usame bin Ladin venekişand, erkê me ew bû ku Efxanistan nebe cihekî kombûna terorîstan. Şerê me şerê terorê bû, ne avakirina dewleta Efxanistanê.”

Biden destnîşan kir: “Min her dem gotiye; tiştê di sala 2001ê de bû, gefa jinavbirinê bû. Îro terorîst li derveyî Efxanistanê ne, li Iraq, li Sûriye, li Somalî ne, li Asya û Efrîqayê teror heye û ew armanca me bûn.”

Serokê Amerîkayê da zanîn: “Me negotiye em her dem li welatan dimînin. Me Efxanistan xiste ser arasteyeke rast û her dema ku hewce bike, em ê tiştên pêwîst bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Dema ez hatim Koşka Spî, danûstandin hatibû kirin, hejmara serbazên Amerîkayê hatibû kêmkirin bo 2500 serbazan, Talîban di lûtkeya hêza xwe de bû, di îdareya berê de ev rêkeftin hatibû kirin, ti car agirbest nebû, me tenê xwest em serbazên xwe biparêzin.”

Joe Biden dibêje: “Me biryar da ku em serbazên xwe vekişînin û piştî 20 salên şer û pevçûnên li wî welatî, em gelek tişt fêr bûn. Ti car vekişandina serbazên Amerîkayê ji bo me xirab nebû. Em dizanin em çi dikin, tiştê ku hate kirin rast e.” 

Biden diyar kir: “Me nêzîkî 3 trilyon dolar xerc kir, 300 hezar serbaz rahênan kirin, çekên baş di destê wan de bûn, hêza wan ji gelek welatên endamên NATOyê zêdetir bû, me mûçe û budce jî dane wan, lê tiştekî wan heye, gelo Talîban xwedî hêzên esmanî û firokeyan e? Me hemû derfet dane wan ji bo siberoja xwe ava bikin. Hêzeke taybet a Efxanî hebû, rahênanên gelek baş bi wan hate kirin, lê li hember Talîbanê nekarîn.”

Herwiha eşkere kir: “Tiştê qewimî îsbat kir ku ti alîkariyeke serbazî nikare Efxanistanê bixe ser lingan, tiştê niha diqewime, diviyabû beriya pênc salan an jî piştî 15 salan rûbide.” Joe Biden eşkere kir: “Min ti car bawer nedikir tiştê ku niha diqewime, rûbide.”