Amerîka dîplomatkar û sivîlan ji Kabulê derdixîne

Firokeyên leşkerî yên Amerîka li firokxaneya Kabulê dest bi derxistina dîplomatkaran û xelkê sivîl ên vîzeya wan heye kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên leşkerî yên Amerîka li firokxaneya Kabulê dest bi derxistina dîplomatkaran û xelkê sivîl ên vîzeya wan heye kirine.

Wezareta Berevaniyî ya Amerîka (Pentagon) ragihand, Firokeyên leşkerî yên Amerîka li firokxaneya Kabulê dest bi veguhastina dîplomatkaran û xelkê sivîl kirine, piştî ku ji ber derketina alozî û qerebalixiyê, demekê firokxaneya Kabulê hatibû girtin.

Berpirsekî Pentagonê destnîşan kir, 2500 leşkerên Amerîkî serperiştiya derketina dîplomatkaran û welatiyên sivîl ên vîzeya wan heye ji Efxanistanê dikin û heta niha dora 2 hezar Efxanî derxistine.

Koşka Sipî ya Amerîkî jî belav kir, Serokê Amerîka Joe Biden biryar da, 500 milyon dolar ji bo hevkariya bi koçberên Efxanî re were veqetandin.

Ji aliyekî din ve, Balyozê Amerîka li Efxanistanê Ross Wilson li Twittera xwe tekez kir, ew hîn li Kabulê ye û kar ji bo derxistina welatiyên Amerîkî û Efxanî dikin.

Ev yek di demekê de ye, piştî Talîbanê Kabul kontrol kir, duhî qerebalixî û alozî li firokxaneya Kabulê derketibû û welatiyên Efxanî hewl didan bi riya firokeyên leşkerî yên Amerîkî ji wî welatî birevin.