Pêşmerge tuneleke DAIŞê teqand

Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de, li navçeya di navbera kifrî û Xurmatû de tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê teqand.
Tunela DAIŞê / Wêne: Herêm Caf
Tunela DAIŞê / Wêne: Herêm Caf

Diyarbekir (K24) – Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de, li navçeya di navbera kifrî û Xurmatû de tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê teqand. Li Xaneqînê jî çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva borî hêza Altonî ya Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê di navbera kifrî û Xurmatû de teqand.

Peyamnêrê me destnîşan kir, piştî ku hêza Pêşmerge gihîştin wê navçeyê, çekdarên DAIŞê reviyan. Pêşmergeyan jî dest danî ser hejmarek ji çek û teqemeniyên DAIŞê li şûna xwe hîştine û tunel teqand.  

Di wê derbarê de jî, Fermandarekî Pêşmerge ji K24ê re diyar kir, operasyon bi serkeftî hatiye encamdan û ti şer û pevçûn bi çekdarên DAIŞê re rû nedan.

Hevdem jî, hêzên Iraqî li sînorê Xaneqînê dest bi operasyonekê kir û di navbera wan û DAIŞê de şer derket, di encamê de jî çekdarekî Heşda Şeibî hate kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûn.