Çalakvana Efxanî: Talîban sozên xwe bi cih nayne

Çalakvana Mafên Mirovan a Efxanî Fewziye Efşarî li ser kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talîbanê ve û sozên wan ên derbarê mafên mirovan de diyar dike ku Tevgera Talîbanê sozên xwe bi cih nayne.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Çalakvana Mafên Mirovan a Efxanî Fewziye Efşarî li ser kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talîbanê ve û sozên wan ên derbarê mafên mirovan de diyar dike ku Tevgera Talîbanê sozên xwe bi cih nayne.

Fewziye Efşarî ji bajarê New York ê Amerîkayê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser geşedanên herî dawî yên li Efxanistanê û li ser Tevgera Talîbanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Efşarî derbarê sozên Talîbanê de got: “Baweriya min bi gotina wan tune ye, ev destpêk e û ew dixwazin pêgeha xwe bihêz bikin û cihê xwe li nav xelkê çêkin. Ew grûpeke tundrew in û bawerî bi gotinên wan ên niha nekin. Wan beriya niha gelek soz dane û bi cih neanîne. Birastî ez dixwazim kes bawerî bi gotinên wan nekin.”

Niha gelek welatên zilhêz ên cîhanê diyar dikin ku rewşa Efxanistanê ber bi proseyeke baş diçe, li ser helwesta wan welatan Fewziye Efşarî diyar kir: “Ez guh nadim ku ew çi dibêjin, çimkî ew nizanin li Efxanistanê çi diqewime, Talîban kî ye, pêwendiya min ligel jinên Efxanistanê heye, ez bi wan re axivîme, xulek bi xulek haya min ji wan heye, bi awayekî gelek xirab serederî bi jinên li wê derê dikin.”

Fewziye Efşarî eşkere dike: “Ew hewl didin ku vê mijarê asayî nîşan bidin, pêwendiyên xwe asayî bikin, ti car pêzanîna min bi hewldanên wan tune ye, ji bilî Efxaniyan, Efxanistan di xema kesî de nîne.”

Li ser siberoja Efxanistanê, Fewziye Efşarî ragihand ku niha zehmet e pêşbînî bikin ku dê di siberojê de li Efxanistanê çi biqewime û got: “Birastî ez ne geşbîn im li ser siberoja Efxanistanê, divê civaka navdewletî careke din xwe li ber çavan derbas bike, nabe keçên Efxanistanê bi tenê bihêlin, nabe xelkê Efxanistanê bi tenê bihêlin.”