Pentagon: 5 ta 10 hezar Amerîkî li Kabulê asê mane

Pentagon ragihand, tê texmîn kirin ku di navbera 5 ta 10 hezar Amerîkî li Kabulê asê mabin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, tê texmîn kirin ku di navbera 5 ta 10 hezar Amerîkî li Kabulê asê mabin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby ji televîzyona CNN re ragihand, “Bi hezaran Amerîkî li Kabulê mane. Hejmarek me ya rast tune, lê em texmîn dikin ku hejmara wan di navbera 5 ta 10 hezar Amerîkî be.

Kirby da zanîn, Wezareta Derve ya Amerîka di peyamekê de şîret li Amerîkîyan kir ka çawa sira xwe bigirin û xwe bigihînin firokxaneyê.
Ji aliyekî din ve rojnameya “Washington Post” belav kir, di navbera 10 ta 15 hezar Amerîkî li Efxanistanê asê mane.
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan li Koşka Sipî jî ji rojnamevanan re tekez kir, Talîbanê soz dane wan ku riyeke ewle ji bo veguhastina sivîlan bo firokxaneyê dabîn bikin.
Ev di demekê de ye, berpirsên di Koşka Sipî ya Amerîka de ragihandibûn, heta niha dora 1100 Amerîkî ji Efxanistanê hatine derxistin.