Hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.. Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 14:30 hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.
Wî jêderî da zanîn, mûşek li nava taxa sivîlan û benzînexaneyekê ketin û agir bi benzînxaneyê ket.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama ketina mûşekan de, 3 kes hatin kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene û 4 kes jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên xwecihî, mûşek ji herêmên bakurê Helebê hatine avêtin.